Senatoya Amerîkayê pakêta alîkariyê ya 95 milyar dolarî ji bo Ukrayna, Îsraîl û Taywanê pejirand

Senatoya Amerîkayê pakêta alîkariyê ya 95 milyar dolarî ji bo Ukrayna, Îsraîl û Taywanê pejirand

PeyamaKurd – Senatoya Amerîkayê pakêta alîkariyê ya biyanî ya bi giştî 95 milyar dolar ku 61 milyar dolar alîkariya leşkerî ya ji bo Ukraynayê û 26 milyar dolar jî alîkariya leşkerî ji bo Îsraîlê heye pejirand û ji Qesra Spî re şand.

Pakêta alîkariya derve ya ku dawiya hefteya borî ji aliyê Meclîsa Nûneran a Amerîkayê ve hat qebûlkirin û ji Senatoyê re hat şandin, derengiya şevê ji aliyê Civata Giştî ya Senatoyê ve bi 78 dengên erê li hemberî 18 dengên na hat qebûlkirin.

Di pakêta ku piştî erêkirina Senatoyê ji Qesra Spî re hat şandin, 61 milyar dolar piştgiriya leşkerî ya ji bo Ukraynayê û 9 milyar dolar alîkariya însanî ya ji bo herêmên şer, di nav de Xezze, heye. 26 milyar dolar ji bo piştgiriya leşkerî ya ji bo Îsraîlê, 8,1 milyar dolar jî ji bo piştgiriya herêma Hind-Pasîfîk (Taywan) tê veqetandin.