Xelîfe Hafter ji bo pêkanîna hilbijartinên Lîbyayê ji YEyê alîkarî xwest

Xelîfe Hafter ji bo pêkanîna hilbijartinên Lîbyayê ji YEyê alîkarî xwest

PeyamaKurd – ji Yekîtiya Ewropayê xwast ku ji bo pêkanîna hilbijartinên Lîbyayê alîkarî bike.

Fermandariya Giştî yê Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê bi daxuyaniyekê ragihand ku Fermandarê artêşê Xelîfe Hafter, bi Balyozê YEyê yê Lîbyayê Nicola Orlando re geşedanên herêmî yên li Lîbyayê gotûbêj kiriye.

Di daxuyaniya fermandariyê de hat diyarkirin ku Hafter, ji Orlando xwestiye ku ji bo li Lîbyayê hilbijartinên serokatî û parlementoyê pêk bên û pêvajoya çareseriyê bigihêje qonaxa aramiya mayînde, divê YEyê zêdetir piştgiriya Lîbyayê bike.”

Di daxuyaniyê de her wiha hate diyarkirin ku Balyozê YEyê yê Lîbyayê Nicola Orlando jî ji ber rola wê ya di parastina ewlehî û aramiyê û kêmkirina koçberiya neyasayî de pesnê Artêşa Neteweyî ya Lîbyayê daye.