Îsraîlê weşanên El Cezîreyê asteng kir: Polîsan avêtin ser ofîsa kanalê ya Qudsê

Îsraîlê weşanên El Cezîreyê asteng kir: Polîsan avêtin ser ofîsa kanalê ya Qudsê

PeyamaKurd - Îsraîlê ragihand ku weşana televîzyona El Cezîre ya Qeterê ya li Îsraîlê hatiye rawestandin.

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu kanalê bi “çalakiya provokatîf” tawanbar kir û got ku biryara rawestandina weşanên El Cezîreyê bi pesendkirina yekdengî ya kabîneyê hatiye dayîn.

Ji aliyê din ve hate ragihandin ku polîsên Îsraîlê îro avêtine ser ofîsên El Cezîre ya li Hotêla Ambassador a li Qudsê.

Wezîrê Ragihandinê yê Îsraîlê Shlomo Karhi diyar kir ku di dema serdegirtinê de amûrên kanalê hatine desteserkirin.

Piştî van geşedanan kanala El Cezîreyê vê helwesta Îsraîlê wek “tawan” pênase kir û Îsraîlê şermezar kir. El Cezîreyê di daxuyaniya xwe de got ku angaştên Îsraîlê yên ku kanalê ji bo ewlehiya Îsraîlê xeternak dihesibîne “dereweke xeternak û pêkenokî” ye.

Kanalê daxuyand ku ew ê “avêtina hemû gavên yasayî” wek maf bi kar bîne.

Di vîdyoya ku Wezîr Karhî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî weşandiye de tê dîtin ku polêsên Îsraîlê û mufetîşên Wezareta Ragihandinê dikevin odeyeke otêlê.

Reutersê jî di nûçeya xwe ya di derbarê vê bûyerê de da zanîn ku Servîsa Peykê ya Îsraîlê ‘Yes’ê peyamekê weşandiye û di peyama xwe de gotiye: “Bi fermana hikûmeta Îsraîlê weşana kanala El Cezîreyê, li Îsraîlê hatiye rawestandin.”

Ji aliyê din ve hate ragihandin ku El Cezîre, li Îsraîlê bi ser Facebookê ve hê jî tê weşandin.