CENTCOM: Hêzên me yên asmanî xwarinê danîn Xezzeyê

CENTCOM: Hêzên me yên asmanî xwarinê danîn Xezzeyê

PeyamaKurd - Fermandariya Navendî ya Wezareta Parastinê (CENTCOM) ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ragihand ku DYAyê duh, bi frokeyan, bi qasî danê 25 hezarî alîkariya xwarinê avêtiye Xezzeyê.

CENTCOMê bi ser hesabê xwe yê medyaya civakî ya Xê ragihand ku hêzên wan ên hewayî, têra nêzîkî 25 danê xwarinê alîkariya xwarinê avêtine bakurê Xezzeyê.

Di daxuyaniya CENTCOMê de hate destnîşankirin ku di dema avêtina alîkariyên mirovî yên ku bi 2 frokeyên leşkerî yên tîpa C-130 hatin kirin de, 7 paletên alîkariyê ketine deryayê, lê belê ev yek nebûye sedema ziyandîtina sivîl û avahiyan.

Di daxuyanîyê de her wiha hate diyarkirin ku DYAyê heta niha bi rêya hêzên hewayî nêzîkî 1170 ton alîkarîya mirovî avêtiye Xezeyê.