Li Nîjeryayê çeteyan hêrişî gundan kirin: 24 kes hatin kuştin

Li Nîjeryayê çeteyan hêrişî gundan kirin: 24 kes hatin kuştin

PeyamaKurd - Li Nîjeryayê, li parêzgeha Katsinayê çeteyan hêrişî gundekî kir. Di encama herişa çeteyan de herî kêm 24 kes hatin kuştin.

Li gorî nûçeyên çapemeniya Nîjeryayê, komên çeteyan bi çekan hêrişî gundên Unguwar Sarkin Noma, Gangara, Tafi û Koreyê yên parêzgeha Katsinayê kir.

Di van hêrişan de herî kêm 24 kes hatin kuştin û jin jî di nav de gelek kes jî hatin birîndarkirin.

Li Nîjeryayê di van salên dawiyê de meyleke çetegêriyê ku bandoreke xerab li ser welatiyên sivîl dike rû dabû.

Bi vê meyla ku bi konjoktora siyasî re jî têkildare de çeteyan gelek êriş pêk anîn.

Ji aliyê din ve Boko Harama tundrew û ISWAPa şaxa DAIŞê ya Afrîkaya Rojava jî gellek caran bi hêrişên terorî derdikevin pêş.