Xi Jinping piştî 5 salan serdana Parîsê kir

Xi Jinping piştî 5 salan serdana Parîsê kir

PeyamaKurd - Televîzyona Navendî ya Çînê ragihand ku Serokdewletê Çînê Xi Jinping, ji bo serdana fermî çûye paytexta Fransa Parîsê.

Kanalê ragihand ku Serokdewletê Çînê di serdana xwe ya Fransayê de wê bi Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron û dûre jî bi Seroka Komîsyona Ewropayê Ursula von der Leyen re bicive.

Jêderên polît ên Fransayê jî ragihandin ku seredana rêberê Çînê Xi Jinping, ji bo 60'emîn salvegera damezrandina têkiliyên dîplomatîk ên navbera Pekîn û Parîsê pêk hatiye ye.

Jinping û Macron, herî dawî di Avrêla 2023an de li Pekînê hevdîtin pêk anîbûn.

Her wiha ev serdan, yekem serdana piştî 5 salan a Fransayê ya Xi Jinping e

Ajansa nûçeyan a Fransî (AFP) bi spartina jêderên ji Qesra Elyseeyê ragihandibû ku rêberê Çînê ji bo bi Macron re nakokiyên navbera Rûsya û Ûkraynayê û hin mijarên din gotûbêj bike, wê di 6 û 7ê Gulanê de serdana Fransayê bike.

Ajansa Bloomberg jî ragihandibû ku Macron wê di serdana xwe wî ya Fransayê de hewl bide têkiliyên xwe bi Xi Jinping re kûrtir bike û rêberê Çînê razî bike ku bandorê li Serokdewletê Rûsyayê Vladimir Putin bike da ku di çarçoveyeke guncav de nakokiyên navbera Rûsya û Ûkraynayê bêne çareserkirin.

Berdevka Wezareta Derve ya Çînê Lin Cien jî beriya niha ragihandibû ku Xi Jinping wê bi Macron re li ser mijarên gring ê herêmî û navneteweyî yên wek pêwendiyên Çînê yên bi Fransa û Yekîtiya Ewropayê (YE) ku tê de berjewendiyên hevpar ên herdu welatan hene gotûbêj bike.

Hate ragihandin ku wê Serokdewletê Çînê, di çarçoveya gera xwe ya Ewropayê de, piştî Fransayê wê serdana Sirbîstan û Macaristanê jî bike.