Koreya Bakur bertekek tund şanî rahênana leşkerî ya Koreya Başûr û DYAyê da

Koreya Bakur bertekek tund şanî rahênana leşkerî ya Koreya Başûr û DYAyê da

PeyamaKurd – Koreya Bakur ji ber rahênana leşkerî ya hevpar a navbera Koreya Başûr û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) bertekeke tund nîşan da û bal kişand ser xurtkirina kapasîteya leşkerî ya Pyongyangê ya li hember hêzên dijmin.

Berteka Koreya Bakur ji aliyê Kim Yo-jonga xwişka Serokê Koreya Bakur Kim Jong-un hat. Yo-jonga di heman demê de berpirseke payebilind a Komîteya Navendî ya Partiya Karkerên Koreya Bakur e.

Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Navendî ya Koreya Bakur (KCNA), Kim Yo-jong got: “DYAyê îsal, li gel xulamên xwe ji 80yî û Koreya Başûr jî ji 60î zêdetir rahênanên leşkerî pêk anîne.”

Kim Yo-jong bertek nîşanî rahêhana leşkerî ya hevpar a navbera Koreya Başûr û DYAyê da û diyar kir ku ev rewş nîşan dide ku “sûcdarên sereke” yên ku li herêmê dibin sedema aloziyan kî ne.

Kim Yo-jong diyar kir ku ji bo parastina serwerî, ewlelehî û aştiya Koreya Bakur ew ê kapasîteya xwe ya leşkerî zêdetir bikin û tu kes nikare biryardariya Koreya Bakur bişkêne.

Di daxuyaniyê de ji Koreya Başûr û DYAyê hat xwestin ku tavilê rahênana leşkerî ya ku didome bi dawî bikin.

Koreya Başûr û DYA, ji bo bihêzkirina kapasîteya xwe ya li hember gefên leşkerî yên Koreya Bakur, di 12ê Avrêlê de bi beşdariya nêzîkî 100 firokeyên şer dest bi rahênana hêzên asmanî ya 2 heftiyan kiribûn.

Duh Koreya Bakur ragihandibû ku DYA û Koreya Başûr di vê rahênana ku tê de gelek mûşekavêj hatine bikaranîn de li gorî senaryoyê li dijî hedefên dijminan hêrişeke nukleerî pêk hanîne.