YEyê, li ser derziya Covid 19ê daxuyanî da

YEyê, li ser derziya Covid 19ê daxuyanî da

PeyamaKurd- Saziyên pêwendîdar ên Yekîtiya Ewropayê (YE) hişyarî da ku Covid 19, înfluensa û Vîrûsa Syncsîtal a Bêhnê (RSV) ku di mehên payîz û zivistanê de rêyên hilmê hedef digirin, dê bi hev re rû bidin û li ser vê jî derzîlêdan hat pêşniyazkirin.

Navenda Pêşîlêgirtin û Kontrolkirina Nexweşan a Ewropayê (ECDC) û Ajansa Derman a Ewropayê (EMA), bi boneya destpêkirina serdema payîz-zivistanê civîneke hevpar a çapemeniyê li dar xist.

Rêvebirê ECDCê Andrea Ammon diyar kir ku sê vîrusên ku rêyên hilma mirovan dikin hedef; Covid-19, grîp û RSV, dê di mehên pêş de bi hev re werin dîtin.

Ammon tekez kir ku derziyên ku ji her sê vîrusan re hatine adaptekirin li sûkê hene û dema rast a pêkanîna wan niha ye.

Rêveberê EMAyê Emer Cooke diyar kir ku ji bo kesên ji 60 salî mezintir, zarokên nûbûyî û zarokan 2 derziyên nû yên RNA yên ku dihewîne Covid-19ê de hatine qebûlkirin û got, "Nûçeya baş ew e ku em li gorî salên berê pir baştir amade ne. Derzî û dermankirinên bi bandor ji bo parastina welatiyên Ewropî hene."