WHO hişyarî da: Varyanta nû ya Covidê JN.1 bi lez belav dibe

WHO hişyarî da: Varyanta nû ya Covidê JN.1 bi lez belav dibe

Peyama Kurd - J i ber belavbûna bilez ya jêrvaryanta nû ya Coronavîrûsê JN.1ê ku li gellek welatan hatiye dîtin, Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) JN.1ê, xistiye kategoriya "divê bê çavdêrîkirin."

Jêrvaryanta JN.1ê ya Omicrona ku yek jî variantên Coronavîrusê ye, li welatên gelemper ên wekî Hindistanê, Çîn û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) jî hat dîtin.

Berpirsên WHOyê radigihînin ku metirsiya vê jêrvaryantê ya li ser tenduristiya giştî ya cîhanê kêm e û derzîyên heyî hê jî mirovan diparêzin..

Lê belê, rayedar hişyar dikin ku vê zivistanê bûyerên Covid û enfeksiyonên din zêde bibin.

Vîrûsên respirasyonê yên wekî înfluensa, virusa syncytial respiratory (RSV), û pneumonia zaroktiyê jî li Nîvkada Bakur zêde dibin.

Vîrûsa ku dibe sedema Covidê bi re diguhere û dibe sedema derketina varyantên cuda.

Omicron, ji bo demekê li çaraliyê cîhanê bûye varyanta herî berbelav.

WHO niha çavdêriya hejmarek "varyantên fikaran" ên bi Omicron ve girêdayî ye, di nav de JN.1, lê yek ji van hîna bi fikar nayê hesibandin.

Li gorî Navenda Kontrolkirin û Pêşîlêgirtina Nexweşan a DYAyê JN.1 niha varyanta ku li Amerîkayê herî zû belav dibe û ji sedî 15 û 29-ê enfeksiyonan yÊn vê varyantê ne.

Di nirxandina rîskê ya WHOyê de wiha tê gotin: "Tê pêşbînîkirin ku ev guherto bi taybetî li welatên ku derbazî zivîstanê bûne dibe sedema bûyerên coronavirus û enfeksiyonên din ên vîrus û bakterî."

Berpirsiyarê WHOyê radigihînin ku ji bo destnîşankirina bandora tenduristî ya vê variyantê, ji ber ku hejmara welatên ku li ser mirovên li ser mirovên ku bi Covidê ketine û li nexweşxaneyan têne razandin rapor dikin pir kêm bûne, pêdivî ye ku bêtir lêkolînan bikin.

WHO, ji bo pêşîgirtina enfeksiyon û nexweşiyên giran van tiştan pêşniyar dike:

  • Li qadên qelebalix û girtî maskan bi kar bînin.
  • Dema ku hûn dikuxînin û dipişkin devê xwe biparêzin.
  • Destên xwe bi rêkûpêk paqij bikin.
  • Ger hun di kategorîyeke xeternak de bin, vakslêdanên nûjen ên Covid û grûbên zivistanê.
  • Ger di laşê we de nîşanên Covidê hebin testên Covidê bikin.