Covid19 dîsa li cîhanê belav bû: Ji welatên Ewropa hişyarî...

Covid19 dîsa li cîhanê belav bû: Ji welatên Ewropa hişyarî...

PeyamaKurd – Nexweşiya vîrûsa korona Covid19 ku sala 2019an li seranserê cîhanê belav bûbû û bi milyonan kes pê miribûn, cardin li gelek welatan berbelav bûye.

Hate ragihandin ku ji ber belavbûna metirsîdar a koronayê li hin welatên Ewropayê hişyarî hatiye dayîn ku ji nû ve bikaranîna maskeyan bikin neçari.

Ji ber bilez belavbûna vîrûszê li Îtalyayê hişyarî hate dayîn û li Spanyayê jî bikaranîna maskeyan a li derve bo hemû welatiyan hate ferzkirin.

Navenda Kontrolê û Rêgiriya Nexweşiyan ya Ewropayê, ji welatiyan xwest dema ku bi nexweşiyê hesiyan li malên xwe bimînin û li cihê qelebalix û cihên xizmetê yên tenduristiyê maskeyan bikar bînin.

Herwiha hate diyar kirin kesên kal û pîr û yên nexweşiyên wan yên kronîk hene divê derzî bibin û wiha hate gotin: “Grîp êdî ji vîrûsa Sars-CoV-2 ku dibe sedema Coronayê jî zêdetir tê dîtin.”

Li aliyê din, li welatên wekî Tirkiye û welatên Afrîkayê jî bêyî binavkirina koronayê nexweşiyên berbelav zêde bûne û heta li Tirkiyeyê beşên giran ên nexweşxaneyan ji niha ve tije bûne.