WHO: Her sal 20 milyon kes bi nexweşiya penceşêrê dikevin

WHO: Her sal 20 milyon kes bi nexweşiya penceşêrê dikevin

PeyamaKurd – Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) bi mebesta Roja Kanserê ya Cîhanê 4ê Sibatê ragihand ku salane li seranserê cîhanê 20 milyon kes bi nexweşiya penceşêrê dikevin.

Rêxistina Kontrola Kanserê (UICC) û WHOyê ragihand ku ji bo pêşîgirtina haletên nexweşiya kanserê û haydarkirina civakê li seranserê dinyayê kampanya têne kirin, lê dîsa jî her sal 20 milyon haletên wê nexweşiyê têne tomarkirin.

Herwiha di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku di salekê de 10 milyon kesan jî ji ber nexweşiya penceşêrê can daye.

Hatiye diyarkirin ku bi qasî 200 cûreyên kanserê hatine tespîtkirin lê yên ku dibin sedema mirinan cûreyên pişik, aşik, prostat û sîngê ne.

WHOyê nexweşiya penceşêrê wekî duyem nexweşiya sereke ya ku li seranserê cîhanê dibe sedema mirinan nîşan da û diyar kir, piranî jî li welatên hejar rêjeya wê zêde ye.