Bihayê dermanan li Sûriyê ji %100 zêde buye

Bihayê dermanan li Sûriyê ji %100 zêde buye

PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiyê ya Sûriyeyê bihayê dermanan bi rêjeya di navbera ji sedî 70 heta ji sedî 100 de bilind kir.

Serokê Sendîkaya Dermanxaneyên Şamê Hesen Dêrewan ragihand ku Wezreta Tenduristiyê ya Sûriyeyê bihayên hemû corên dermanan bi rêjeya di navbera ji sedî 70 heta ji sedî 100 de biha kirin.

Dêrewan ragihand ku ev jî bi armanca çareserkirina qutbûna dermanan e da ku li dermanxaneyan her dem derman li ber dest bimînin.

Li gorî Dêrewan, niha kargehên dermanan li Sûriyeyê nêzîkî 14 hezar cor derman berhem tînin.

Di tebaxa borî de jî, Wezareta Tenduristiyê ya Sûriyeyê bihayê dermanan ji sedî 50 zêde kiribû.

Herwiha destpêka 2023an  de jî Wezareta Tenduristiyê ya Sûriyeyê bihayê dermanan ji sedî 80ê zêde kiribû.