WHO: Di nexweşîna Kovid-19an de zêdebûn heye

WHO: Di nexweşîna Kovid-19an de zêdebûn heye

PeyamaKurd – Rêxistina Tenduristiyê ya Dinyayê (WHO) ragihand ku di meha Tebaxê de li gor meha Temmûzê li seranserê dinyayê %38 zêdetir bûye. Li seranserê dinyayê di ser 1,4 mîlyon kesan de nexweşîn peyda bûye.

Rêjeya jorî ji bo 31 Temmûz û 27ê Tebaxê ye ku dike 28 roj û di ser 1.800 kesan de mirin heye.

Lê li gor WHOyê ev rêje keme û li seranserê dinyayê mirina ji ber Kovid-19ê zêdetire.