WHO: Di 2023yan de li Cîhanê metirsiya nexweşiya kolerayê zêde bûye

WHO: Di 2023yan de li Cîhanê metirsiya nexweşiya kolerayê zêde bûye

PeyamaKurd – Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) ragihand ku metirsiya nexweşiya kolerayê ava nepaqij û qirêjî dibe sedema wê, li cîhanê zêde bûye û niha herî kêm li 31 welatan belav bûye ku Sûriye jî yek ji wan welatan e.

Berpirsê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) Tedros Ghebreyesus di civîna li Cenevê de ragihand, sala 2021an hejmara pêketina kolerayê du qatan kêmî sala 2022yan bû, lê îsal hejmar zêde dibe û eşkere kir, pandemiya kolerayê di 2023yan de li 31 dewletên cîhanê belav bûye û milyarek mirov di xeleka xeteriyê de ne.

Tedros Ghebreyesus anî ziman ku diviyabû ev pandemî ji demeke zû de bihata tunekirin, lê di rewşa heyî de zêde dibe.

Tedros Ghebreyesus da zanîn, tiştê herî zêde mirov dixe fikar û metirsiyan ew e ku pandemiya kelera li Burundi, Cameroon, Komara Congo ya Demokratîk, Etyopiya, Tanzania, Sûdan, Sûriye, Zimbabwe û başûrê parzemîna Afrîkayê belav dibe. Lê ji bo kontrolkirin vê nexweşxaneyê tedbîrên mezin hatine girtin, lê baran xeteriya berbelavbûna vê nexweşiyê bi awayekî cidî zêde dike û metirsiyan çêdike.

Ghebreyesus got ku dermanên kolera yên bi rêya dev tên bikaranîn pir kêm in û bang li civata navdewletî jî kir ku 160 milyon dolar ji bo vê pandemiyê kom bikin.