Parêzgarê ferzkirî yê Kerkûkê rê li ber karkirina bijîşkên Kurd digire

Parêzgarê ferzkirî yê Kerkûkê rê li ber karkirina bijîşkên Kurd digire

PeyamaKurd - Nêzîkî 800 derçûyên beşa Bijîşkî li Kerkûkê, li dijî astengkirina fermanên tayînkirina wan, li hev civiyan û nerazîbûnên xwe nîşan dan.

Hat ragihandin ku li Bexdayê fermanek ji bo wergirtina bijîşkan hatiye dayîn, lê parêzgarê Kerkûkê yê ferzkirî, rê nada ku ew bijîşk bêne tayînkirin.

Bijîşkê bi navê Mihemed jî ragihand ku “Roja 24ê Îlona 2023an fermana wezaretê ji bo tayînkirina me hat dayîn, lê parêzgarê Kerkûkê dibêje, nasnameya we a sala 1957ê ne li Kerkûkî ye. Di demekê de ku kartên me yên niştimanî, formên xwarinê û hemû tiştên me yên li ser Kerkûkê hene, lê parêzgarê me yê ferzkirî dibêje: Hûn ne Kerkûkî ne.”

Derçûyeke din a beşê bijîşkî li Kerkûkê dibêje: “Em nêzîkî 800 kes in, fermana karê me hatiye dayîn, lê parêzgarê ferzkirî nahêle em dest bi karên xwe bikin.”