Mesrûr Barzanî: Salane 70 milyar dînar ji bo dermankirina penceşêrê tê xerckirin

Mesrûr Barzanî: Salane 70 milyar dînar ji bo dermankirina penceşêrê tê xerckirin

Peyamakurd- Serokwezîr Mesrûr Barzanî ragihand ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê salane 70 milyar dînar ji bo dermankirina penceşêrê xerc dike û bang li  Hikûmeta Iraqê kir  ku di dabîkirina derman û pêdiviyên bijîşkî de hevkariyan bike.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro yanî di 6ê Mijdara 2023an de, li Duhokê beşdarî merasîma avakirina ciyekî dermankirina nexweşîna pençeşêrê bû û gotarekî pêşkêş kir û got :  “Ez îro dilxweş im ku em kevirê bingehîn ji bo vê navenda giring li Duhokê datînin, ku yekem navenda dermankirina penceşêrê ye.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî Hêvî kir ku ev proje li gorî dema xwe û bi qalîte û asteke bilind bi dawî bibe û sûda wê ji bo hemû gelê Kurdistanê hebe. 

Mesrûr Barzanî balê kişand ku nexweşîna pençeşêrê li hemû cîhanê pirsgirêkeke serekî ye û li gel pêşketinên di warê tenduristiyê de jî ji ber nexweşînên pençeşêrê bi milyonan kes canê xwe jidest didin. 

Serokwezîr Barzanî da zanîn ku ew wek Hikumeta Herema Kurdistanê hewl didin ku binesaziyeke baş a tenduristiyê bikin xizmet gel û welatiyan û dê ji bo başkirina xizmetên tenduristiyê ji niha û pêda jî çi ji destên wan were dê xizmet û xebatên xwe berdewam bikin.