Li Besni ya Semsûrê 4 hezar kes bi sedema vîrusa Rota çûn nexwexanê

Li Besni ya Semsûrê 4 hezar kes bi sedema vîrusa Rota çûn nexwexanê

PeyamaKurd – Li navça Besnî ya bi ser bajarê Semsûrê (Adıyaman) 4 hezar kes bi sedema lihevketina mîdê, îshal û vereşanê çûn nexweşxanê. Tîmên tenduristiyê yên rêvebiriya tenduristiya Semsûrê ji ber gumana avê nûmûneyên ava Besniyê tehlîl kirin û gihan encamê ku vîrusa Rotayê tevlî ava Besniyê bûye.

Qeymeqama Besniyê Çağlar Partal hişyarî da xelkê ku ava şebekê venexwun û di encamê de di jimara nexweşan de daketin hat dîtin. Qeymeqan ferman da ku kes ava şebeke ji bo vexwarinê bikarneynin û weha got:

“Ji 29 ê Tebaxê heya 30yê Tebaxê di nav xelkê de îshal, lihevketina mîdê û vereşanê di asta herî bilind de nexweşîn çêbû. Di 31 ê mehê de bi xêra nûmûneyan vîrusa Rota hat tesbîtkirin. Ji bo berlêgirtina nexweşînê divê kes ava şebekê venexwe û li paqijiya xwe miqatebe.”