Ji WHOyê hişyariya Covidê: Berî zivistanê bi awayekî metirsîdar…

Ji WHOyê hişyariya Covidê: Berî zivistanê bi awayekî metirsîdar…

PeyamaKurd – Berpirsê Giştî yê Rêxistina Tenduristiya Cîhanê (WHO) Tedros Adhanom Ghebreyesus, di civîna heftane ya derbarê tenduristiyê de, beriya zivistanê hişyariya Covid-19 da.

Ghebreyesus got ku li parzemîna Bakur beriya hatina zivistanê, bi awayekî metirsîdar pêketinên Covid-19 zêde bûne û got: "Li Rojhilata Navîn û hin herêmên Asyayê mirinên koronayê çêdibin û li Ewropayê jî hejmara razandina li nexweşxaneyan zêde bûye.”

Ghebreyesus da zanîn ku daneyên Covid-19ê yên li ber destê WHOyê bi sînor in û diyar kir, ew li 43 welatan mirin û li 20 welatan jî razandina li nexweşxaneyan a nexweşên Covidê hatine agahdarkirin.

Serokê WHOyê bi awayê gerdûnî cûreyeke serdest a Covîdê tune ye, lê hejmara pêketiyên cûreya "Eris" zêdetir xuya dikin.