Ji NY hişyarî: Germahîya gerdûnê 2.9 pile bilind dibe

Ji NY hişyarî: Germahîya gerdûnê 2.9 pile bilind dibe

PeyamaKurd – Bernameya Jîngehparêziyê ya Neteweyên Yekbûyî (UNEP) beriya lûtkeya COP28an rapora zêdebûna pileya germahiyê li cîhanê belav kir.

Di rapora UNEPê de hate diyarkirin ku hewldanên hin welatan ên pîşesaziyê hiştiye ku di vê sedsalê de pileya germahiya cîhanê sînoran derbas bike û bigihîje asteke metirsîdar.

UNEPê da xuyakirin, heger welatên cîhanê polîtîkayên xwe yên heyî yên derheqê avhewayê de neguherînin, dê pileya germê bi qasî sedsala beriya pîşesaziyê bilind bibe û bigihîje 2,9 pileyan.

Herwiha hate destnîşankirin ku di Îlona 2023yan germahiya herî bilind a gerdûnê hatiye tomarkirin ku bi qasî 1,8 pileyan derketiye ser germahiya serdema beriya pîşesaziyê.

Bilindbûna germahiyê wekê pêşhateke gelekî metirsîdar li cîhanê tê dîtin ku wê ji ber ziwabûnê hem hejmara mirinên mirovan zêde bike û hem jî qada jiyanê tune bike.