Ji ber mija jehrîn bi hezaran kes nexweş ketin

Ji ber mija jehrîn bi hezaran kes nexweş ketin

PeyamaKurd – Li welatên Hindistan û Pakistanê ji ber ‘mija jehrîn’ bi hezaran kes nexweş ketin û serî li nexweşxaneyan dan.

Di çend rojên dawî de, li hin herêmên Hindistan û Pakistanê ji ber qirêjiya hewayê, mijê asman girtiye ku wekî mija jehrîn tê bi navkirin.

Ji ber mijê li Lahor û hinek bajarên din ên rojhilatê Pakistanê, bi hezaran kesan ji ber mija jehrîn serî li nexweşxaneyan dan. Dîsa li paytexta Hîndîstan Delhiyê jî qirêjiya hewayê derketiye asta metirsiyê û bi sedan kes nexweş ketine.

Di çend rojên borî de Endeksa kalîteya Hewayê ya Lahorê ku asta hewayê dipîve, li dora 400î bû ku diviya kalîteya hewayê ya normal 100 be. Endeksa kalîteya hewayê ya li paytexta Hîndîstanê di 7ê Mijdarê de derket 300î ku qirêjiya hewayê dibe sedema pirsgirêkên tenduristiyê yên demdirêj.

Tê gotin ku sedema sereke ya vê mija jehrîn şewitandina berhemên çandiniyê yên piştî dema hişk dibin e.