Fahrettin Koca: 20 doktor diçin Misrê

Fahrettin Koca: 20 doktor diçin Misrê

PeyamaKurd – Wezîrê tenduristiyê yê Tirkiyê Fahrettin Koca di ser hesabê xwe yê Xê de ragihand ku serê sibê balafira aîdê serokkomariya Tirkiyê bi derman, alavên tenduristiyê û bi 20 doktoran ve dê here Misrê.

Koca ragihand ku bi wezîrê tenduristiyê yê Misrê Xaled Abdel Xaffar re axifiye û wê balafir here balafirgeha El-Arişê û li deriyê Refahê ji bo danîna nexweşxanên sehrayî xebatê bikin. Deriyê Refahê yê navbera Misrê û Filistînê ye.

Piştî koordinasyon temam bibe, wê bi keştiyekî nexweşxanên sehrayî û ambûlansan bişînin deverê.