Bijîşkek li Mûsilê ji astengdaran re dest û lingan çêdike

Bijîşkek li Mûsilê ji astengdaran re dest û lingan çêdike

PeyamaKurd - Li gor nûçeya ku Rûdawê belav kiriye, li Mûsilê, bijîşkeke pispor di dirustkirina dest û lingên çêkirî de, hêviyek li astengdarên (nivîşkan) Mûsilê vedigerîne.

Bijîşk Tuqa EbdilletîfÎ ragihandiye ku nêzîkî salekê ye projeyeke ji bo diristkirina dest û lingên çêkirî daye destpêkirin û ew proje bûye ciyê bişirîna kesên xwedî pêdiviyên taybet. 

Tuga Ebdilletîfî dide zanîn ku ew bi piştgiriya çend saziyên xêrxwazî re projeyê dimeşînin û her çiqas dema ku dest bi projeyê kirine gumana wan ji bawerîdayîna welatiyan hebûye jî, welatiyên ku pêdiviya wan hene bi baldariyeke baş hemahengî bi projeyê re kirine.

Latîfî balê kişand ku ji ber şerê DAÎŞê û sedemên din niha 26 hezar kesên ku pêwistiya wan bi van piştigiriyan heye hene û ew hêjmar her diçe zêde dibin. Ew jî hewl didin da ku piştgiriyê bigihînin wan kesan.