Berzencî, li ser têkoşîna li dijî tiryakê daxuyanî da

Berzencî, li ser têkoşîna li dijî tiryakê daxuyanî da

PeyamaKurd- Wezîrê Tendirustiya Herêma Kurdistanê Dr. Saman Berzencî da zanîn ku pirsgirêka madeyên hişber pirsgirêkeke cîhanî ye û rasterast bandorê li civak û kesan dike. Berzencî, di derbarê têkoşîna li dijî van madeyan de hûrgilî parve kirin.

Dr. Saman Berzencî, di panela destpêkê ya bi sernavê "Di têkoşîna li dijî tiryakê de rola aliyên rayedar" ku li Hewlêrê di Konferansa Têkoşîna li dijî Madeyên Hişbirê de hat lidarxistin de axivî.

Wezîr Berzencî amaje bi wê yekê kir ku pirsgirêka narkotîkê cîhanî ye û got, "Li Ewropayê bi taybetî li welatên kendavê, Rojhilata Navîn û welatên cîran belav bûye.

Pirsgirêka narkotîkê rasterast bandorê li civak û kesan dike. Her wiha bandorê li aborî û ewlehiya welat dike." 

Saman Berzincî diyar kir ku bikaranîna tiryakê, di aliyê tenduristiyê ve dibe sedema hin nexweşiyên enfeksiyonê û diyar kir ku di sala 2020î de di kabîneya 9an a Hikûmeta Herêma Kurdistanê de yekemîn yasaya ku ji 7 beş û 50 madeyan pêk tê, li ser vê mijarê hatiye gotûbêjkirin û got ku

“Em bi gelek saziyên dewletî û sivîl re di nav hemahengiyê de ne. Qanûn ji du beşên girîng pêk tê; di beşa yekem de qala çawaniya tekoşîna li dijî madeyên hişber, çawaniya rêgirtin û dermankirina madeyên hişber û di beşa duyemîn de jî derbarê daraz û cezakirinê cih digirin.”