Li navça Erxeni ya Diyarbekirê li ser zarokan malbat li hev xistin: 1 kuştî û 7 birîndar

Li navça Erxeni ya Diyarbekirê li ser zarokan malbat li hev xistin: 1 kuştî û 7 birîndar

PeyamaKurd – Li bajarê Diyarbekirê li navça Erxeniyê li taxa Şirinevlerê di navbera zarokan de pevçûn derket û paşî malbatên zarokan kevin nav pevçûnê. Di pevçûnê de bi çek, dar, kevir û kêran li hev xistin.

Di encamê de 8 kes birîndar bûn û birîndar ji aliyê tîmên tenduristiyê de birin nexweşxanan. Kesê bi navê M.Ö. (53) li nexweşxanê can da. Doktor birîndaran derman dikin lê kesê bi navê C.A. rewşa wî baş nîne.

Li ser bûyerê lêpirsîna hêzên asayîşê dewam dike.