Ji HSD û Hevpeymaniyê rahênana çekên giran
PeyamaKurd - Hat ragihandin ku Koalîsyona Navdewletî û QSD’ê li baregeha Dêrezorê bi çekên giran tetbîqateke hevpar li dar xistin.
Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) ragihand ku leşkerên Koalîsyona Navdewletî ya bi pêşengîya Amerîka û Hêzên Sûrîya Demokratîk (DSG) tetbîqateke hevpar bi çekên giran li baregeha petrolê ya El Omer a li Dêrezorê pêk anîn.
Li gorî nûçeya Çavdêriyê, tetbîqata mijara gotinê bi piştgiriya hewayî ya helîkopterên Koalîsyonê hatiye kirin.
Çavdêriyê her wiha ragihand ku di 26’ê Nîsanê de hêzên Koalîsyona Navdewletî û QSD’ê li baregeha Îstrahat Vezîr a gundewarê Hesekê meşqa leşkerî ya hevpar a sê rojan li dar xistin.