Dana Gas hilberîna li Kor Morê bi awayekî demkî rawestand

Dana Gas hilberîna li Kor Morê bi awayekî demkî rawestand

PeyamaKurd – Dana Gas ragihand ku ji bo parastina ewlekarî û tenduristiya karmend û karkerên xwe, hilberîna demkî rawestandiye û rêkarên rêveberiyê guhertiye.

Di daxuyaniya Dana Gasê de wiha hat gotin: “26ê Nîsanê saet 18.40an de embara me bû hedefa êrîşa balafirên bêmirov û 4 karmendan jiyana xwe ji dest dan. 8 kes di dema temîrkirina depoyê de bi sivikî birîndar bûn. "

Wî herwiha got, "Hemû kes li Dana Gas û kompaniyên hevkarên wê, sersaxiyê ji malbatên qurbaniyan û kesên ziyan dîtine re dixwazin û wê her tiştî ji bo piştgirî û alîkariya mexdûran bikin. Ewlehî û tenduristiya karmendan ji bo Dana Gas girîng e. Tevî ku herî kêm xisar li tesîs û amûran bû jî, me hilberîna xwe ji bo demekê rawestand."

Di berdewamiya daxuyaniyê de hat gotin, "Em di asta herî bilind de bi Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê re danûstandinan dikin, ji bo ku berpirsyariya xwe ya ji bo dadgehkirina berpirsên vê kiryara terorîstî bi cih bînin."

"Em bi rayedarên hikûmetê re di têkiliyê de ne ku tedbîrên ewlehiyê ji nû ve destpêkirina hilberîna gazê ji zeviya Kormorê tundtir bikin. Em bi hemû awayî pabendî Herêma Kurdistanê, hemû gelên Iraqê û pişkdarên xwe ne. Em li bendê ne ku ji nû ve hilberîna gazê ji qada Kormorê destpê bikin dema ku em karê xwe bi ewle bikin."