Rêveberiya Rojava 714 endamên malbatên DAIŞî radestî Iraqê kir

Rêveberiya Rojava 714 endamên malbatên DAIŞî radestî Iraqê kir

PeyamaKurd - Hate ragihandin ku di çarçoveya koordînasyona navbera Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê de, 714 jin û zarokên malbatên DAIŞî yên welatiyên Iraqê ku di Kampa Holê de bûn, radestî Iraqê bûne.

Jêderên ji Rojavayê Kurdistanê diyar kirin ku 714 jin û zarokên malbatên DAIŞî ku ji 191 malbatên cuda pêk tên, ji Kampa Holê ya li Rojavayê Kurdistanê hatine derxistin û ber bi Iraqê ve hatine şandin.

Li gorî jêderên Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê, ew malbat doh di demjimêr 14:00an de, di bin parastina Hêzên Ewlehiya Hundirîn ên Rêveberiya Xweser de, ber bi Iraqê ve hatine şandin.

Kampa Holê ku yek ji metirsîdartirîn kampên cîhanê de ye, li rojhilatê bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê dikeve.

Li gorî daneyên herî dawî yên Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê, di Kampa Holê de 42 hezar û 781 endamên malbatên DAIŞî ku 19 hezar û 530 ji wan Iraqî, 16 hezar 779 ji wan Sûriyeyi û 6 hezar û 461 ji wan jî biyanî ne dimînin.

Rêveberiya Xweser a Rojava, hefteya çûyî 50 jin û zarokên DAIŞî yên Tacik jî radestî Tacikistanê kiribûn.