Pirsgirêka cotkarên Kurd ên Kerkûkê bi yasayê tê çareserkirin

Pirsgirêka cotkarên Kurd ên Kerkûkê bi yasayê tê çareserkirin

PeyamaKurd – Li ser bûyerên du roj in bi biryara artêşa Iraqê rê nayê dayîn cotkarên Kurd li Pelkane, Sergeranê, li sînorê Dûzê û gundên Saleyî yên girêdayî Pirdê yên Kerkûkê dirûtina genim û cehên xwe bikin, Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê Şaxewan Ebdullah daxuyanî da.

Ebdullah: Pirsgirêk bi pûçkirina yasayên Beasê çareser dibe

Şaxewan Ebdullah îro 29ê Nîsanê di civîneke rojnamevanî de ragihand, “Ji bo çareserkirina wê pirsgirêkê, berî du rojan me li Civata Nûneran xwendina yekê ji bo projeqanûna pûçkirina biryarên partiya Beas kir, duhî jî me li Civata Nûneran ji bo madeya 140ê çend biryarên din derxistin”.

Herwiha Ebdullah got, “Ez bi Fermandarê Operasyonan re axivîme û wî gotiye ku ew li ser xetê ne û ew rêgiriyên li beranberî cotyarên Kurd tên kirin namînin”.

‘Em li ser dixebitin ku hemû genimê hatiye çandin bê wergirtin’

Cîgirê Serokê Civata Nûnerên Iraqê bi bîr xist, “Her sal arêşeya wê yekê çê dibe ku bireka kêm a genimê Herêma Kurdistanê tê wergirtin, lewma em dixwazin îsal ew rêgirî nemînin. Herwesa em dê hemî alîkariyan ji bo Wezareta Çandinê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê bikin, ji bo ku wan cotyaran êdî ew arêşe nemînin û berhemên wan bi rêje jê bên wergirtin, divê wekî bajarên din ên Iraqê ew genimê ku hatiye çandin hemî bê wergirtin”.

Ebdullah got, “Em ji bo wê mijarê bi Serokwezîrê Iraqê û Wezareta Çandinê re li ser xetê ne, herwiha em bizavê dikin ku ew lijneya ji bo diyarkirina bira wergirtina genimî hatiye danîn nemîne”.