Kardînal Sako: Serok Barzanî gelekî piştevaniya me kir

Kardînal Sako: Serok Barzanî gelekî piştevaniya me kir

PeyamaKurd- Patrîkê Dêra Keldanî li Iraq û Cîhanê Louis Sako piştî biryar bo vegera wî ya Bexdayê hate dayîn li Hewlêrê civîneke rojnamevanî li dar xist.

Sako da zanîn ku Serokomarê Iraqê Letîf Reşîd berpirsê wê rewşa ku ji Bexdayê hatiye derxistin e û got, Serok Barzanî û Herêma Kurdistanê gelekî piştevaniya min kir.

Louis Sako got: “Dema Rêxistina Qaîdeyê ya Îsalmî û piştre jî DAIŞê êrîşî Xirîstiyanan li deverên cuda cuda yên Iraqê kir, Hikûmeta Iraqê ti alîkariyek ji bo parastin û ragirtina wan pêşkêş nekir, lê kilîse cihê xweparastinê û xwarin û dabînkirina pêdivîyên  xelkê bû.”

Patrîkê Kilîseya Keldanî da zanîn, wî wê demê serdana Serokwezîrê Iraqê kiribû û daxwaza alîkariyê jê kiribû lê serokwezîr jê re gotibû ku pere ji bo pêşkêşkirina alîkariyan tune ye.

Kardînal Louis Sako da zanîn, piştre wî serdana Mûsil û Kerkûkê jî kiribû û xelk û rêxistinên xêrxwazî, ku xelkê misilman û yên din jî di nav de bûn, alîkariya wan kiribûn.

Sako destnîyan kir, her di wê çaçoveyê de Herêma Kurdistanê alîkariyeke zêde pêşkêşî wan kiriye û ji bo wê jî wan daxwaza alîkariyê ji Serokomar kir lê ji ber lihevkirina wî bi aliyekî Iraqî re alîkariya wan nekir.

Kardînal Louîs Sako li ser biryara derkirina wî ji Bexdayê diyar kir ku Serokomarê Iraqê ji wê rewşê berpirs e û got: “Sûdanî ji bo çareserkirina wê arîşeyê bizavê dike û merema wî ew e ku rêz li Xirîstiyanan bê girtin”.

Sako herwiha got ku Serok Barzanî û Herêma Kurdistanê gelek piştevaniya wî kiriye.