Jinekî xwe ji qata 14an avêt jêr û mir

Jinekî xwe ji qata 14an avêt jêr û mir

PeyamaKurd – Jin a bi navê Ayşegül Değer li navça Peyasê (Kayapınar) ya Diyarbekirê, li taxa Medyayê di plazayekî de xwe avêt jêr û di encamê de mir.

Polîs û tîmên tenduristiyê çûn ciyê bûyerê. Tîmên tenduristiyê dîtin ku jin can daye. Ji bo otopsiyê cenazê jinê birin morgê.

Hat ragihandin ku Ayşegül Değer û mêrê xwe dev ji hev berdane û zarokekî wan heye. Değer tedawiya derûnî dîtiye û 6 cara xwestiye xwe bikuje.