Ji Serokwezîr Barzanî peyama enfalê: Hin alî hê jî dixwazin zihniyeta enfalê bidomînin

Ji Serokwezîr Barzanî peyama enfalê: Hin alî hê jî dixwazin zihniyeta enfalê bidomînin

PeyamaKurd- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di 36emîn salvegera destpêkirina enfalê de peyameke bselav kir.

Mesrûr Barzanî got: “Enfal tawaneke mezin û birîneke gelê Kurdistanê ya nayê dermankirin e.. Berpirsyariya exlaqî û destûrî ya hikûmeta federal e ku bi awayekî şayeste kesûkarên Enfalkiriyan û hemû qurbaniyên rêjîma Beasê qerebû bike.”

Serokwezîr Barzanî di peyama xwe ya 14ê Nîsanê 36emîn salvegera komkujiya Enfalê de got: “Em îro tawanek mezin û birîneke bê derman a li ser laşê gelê Kurdistanê bibîr tînin, ku berî 36 salan rêjîma berê ya Iraqê ji bo tunekirin û jinavbirina gelê Kurdistanê, hemleya jenosîd û Enfalê pêk anî.”

Mesrûr Barzanî da xuyakirin: “Enfal tawaneke kêmwêne û jibîrnekirî ye û pêwîste em her tim van tawan û qurbaniyên xwe bi bîr bînin û nifşên me bizanin ku gelê Kurdistanê ji bo mafên xwe yên rewa yên neteweyî, çi qurbaniyên mezin dane.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê wek bi erkê xwe dizane ku xizmeta malbatên qurbaniyên Enfalê bike. Di heman demê de tekez dike ku berpirsyariya exlaqî û destûrî ya hikûmeta federal e ku malbatên qurbaniyên Enfalê û hemû qurbaniyên rejîma Beasê bi awayekî şayiste qerebû bike.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî got: “Cihê mixabiniyê ye ku heta niha hin kes û alî hene ku dixwazin bi ramaneke şovenîst û bi heman zihniyeta ku li pişt Enfalê bû, mafên rewa û destûrî yên gelê Kurdistanê înkar bikin, ku di encama têkoşîneke bêhempa ya gelê Kurdistanê de hatin bidestxistin.”

Di dawiya daxuyaniyê de Serokwezîr Barzanî diyar kir: “Di salvegera hemleya enfalan de, em bejna xwe li hember hemû şehîd û enfalkiriyên Kurdistanê ditewînin û her dem di bîranînên me de zindî ne.”