Ji Hikûmetê Çînê kursên darayî û pîşeyî bo karmendên Kurdistanê

Ji Hikûmetê Çînê kursên darayî û pîşeyî bo karmendên Kurdistanê

PeyamaKurd- Hikûmeta Çînê ji bo pêşxistina şiyanên mirovî çend kursên rahênan û bihêzkirina şiyanên fermanberan ji bo Wezareta Darayî û Wezareta Bazirganî û Pîşesazî yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê vedike.

Kursiyer ji aliyê Konsulxaneya Giştî ya Çînê ya Hewlêrê ve li Çînê hatine mêvankirin û bi serperiştiya Peymangeha Çiyangsûyê rahênan pê tên kirin, ji bo ku li warên sîstemkirin û dîjîtalkirina gomirkî, kontrolkirina berhemên hawirdekirî, proseya çawaniya karantîna berhemên xwarinê û pişkinîna cûnî û piştrastbûna ji wan berhemên ku hawirdeyî Herêma Kurdistanê têne kirin sûdê ji ezmûna Çînê werbigirin.

Di kursan de, kontrolên li ser çawaniya nasîna berhemên saxte tê kirin ji bo ku rê li hawirdekirin û berhemanîna kelûpelên bêkalîte bê girtin. Dîsa di semîner û rahênanên wan kursan de hejmareke mijarên girîng tê berçavkirin, ku girêdayî geşbûna berhemên navxweyî û piroseya geşbûna aborê navxweyî û sedemên zêdebûna derfetên karî û pêşxistina berhemên navxweyî ne û astê karkerên navxweyî li Kurdistanê bilind dike.

Kursên pîşeyî zêdetirî 13 rojan dom dikin û hejmareke mamostayên zanîngehê û kesayetên leşkerî yên girêdayî gumirka Hikûmeta Çînê rahênan û dersên teorî û kiryarî pêşkêş dikin. Ji bilî fermanberên Hikûmeta Herêma Kurdistanê, fermanberên çend hikûmetên din ên welatên Afrîkayê û Pakistanê jî tevlî wan kursan dibin.