Daniel Hagari: ji %99ê drone û moşekên Îranê li derveyî welat hatin pûçkirin
PeyamaKurd- Berdevkê artêşa Îsraîlê Daniel Hagarî piştî êrîşa Îranê îro 14ê Nîsanê ragihand, Îranê heta niha 300 dron û moşek avêtine Îsraîlê û %99 ji wan li derveyî welat hatine pûçkirin.
Hagarî got, artêşa Îsraîlê di têkbirina êrîşa Îranê de bi ser ket û da zanîn, ew bûyer bi dawî nebûye û artêşa Israîlê hîn di amadebaşiyê de ye.
Berdevkê artêşa Îsraîlê da xuyakirin: “Îranê îşev karekî metirsîdar kiriye û dixwaze alozî li Rojhilata Navîn derkeve.”
Hagarî got: “Plan bi berdewamî têne amadekirin, em alternatîfan gotûbêj dikin û ji bo parastina welatiyên xwe, emê her tiştî bikin.”