Brîtanya: Enfal rûpeleke reş a dîrokê ye

Brîtanya: Enfal rûpeleke reş a dîrokê ye

PeyamaKurd – Wezareta Derve ya Brîtanyayê, bi mebesta 36emîn salvegera Enfalê, peyamek belav kir û Enfala ku rejîma Beasê li dijî gelê Kurd pêk anî weke rûpeleke reş a dîrokê pênase kir.

Wezîrê Derve yê Brîtanyayê yê Karûbarên Rojhilata Navîn Lord Tariq Ahmed peyameke dilsoziyê ya Hikûmeta Brîtanyayê pêşkêşî gelê Kurd kir.

Lord Tariq Ehmed di peyama xwe de amaje bi zilm û zordestiya li dijî gelê Kurd a rejîma Beasê ya têkçû da û bi teqezî destnîşan kir ku helmeta Enfalê rûpelek reş a dîrokê ye.

Ehmed di peyama xwe de Karesata Enfalê ya ku di navbera salên 1986 heta 1989en de pêk hatiye weke tawaneke mezin a li dijî neteweya Kurd û pêkhateyên din ên Herêma Kurdistanê pênase kir û got:

“Enfalê bû sedema kiryarên hovane yên wek kuştin û seqetkirina 50 – 100 hezar kesan û wêrankirina 4 hezar gundên Kurdan. Yek ji kirêttirîn kiryarên ku di Enfalê de hatibû kirin jî kîmyabarankirina Helebceyê ya 1988an bû. Ji aliyê rejîma Seddam Husên ve bi çekê kîmyewî, bi awayekî hovane bajarê Helebceyê hat bombebarankirin û bi hezaran Kurdên bêtawan bûn qurbanî.”

Lord Tariq Ahmed, serdana Helebceyê ya 16ê Adara 2024an a desteya Konsulxaneya Giştî ya Brîtanyayê ya Hewlêrê bi bîr anî û vê serdanê wek rêzgirtina qurbaniyên ku di kîmyabarana 1988an de bi awayekî hovane û bi şêwazeke komkujî hatin kuştin destnîşan kir.

Ahmed teqez kir ku Brîtanya ji bo piştevaniya aştî û aramiyê pabend e û ji bo gelê Kurd pêxemetî siberojeke baştir be heldiweste.