Wezîrê Tirk li mala xwe mirî hate dîtin
PeyamaKurd- Wezîrê berê yê Werziş û Ciwaniyê yê Tirkiyê Mehmet Alî Yilmaz li mala xwe mirî hate dîtin.
Hate zanîn ku wezîrê berê Mehmet Alî Yilmaz ku 78 salî bû li mala xwe ya navçeya Beşîktaş a Stenbolê mirî hatiye dîtin.
Keça Yilmaz dema çûye mal termê bavê xwe dîtiye. Derbarê sedema mirina Yilmaz de ti daxuyaniyeke hîn nehatiye dayîn.
Yilmaz demekê seroktiya Kluba Trabzonspor a futbolê jî kiribû.