Zelenski: Hêzên me frokeya Su-25 a Rûs xistin xwarê

Zelenski: Hêzên me frokeya Su-25 a Rûs xistin xwarê

PeyamaKurd - Serokomarê Ûkraynayê Volodimir Zelenski bi daxuyaniyekê angaşt ku hêzên artêşa Ûkraynayê li herêma Donetskê frokeyeke hêrişkar a ji cureya Su-25 a Rûsyayê xistine xwarê.

Zelenskî diyar kir ku ew bi taybetî dixwaze qala leşkerên Tûgaya 110ê ya mekanîze ya artêşa Ûkraynayê  bike ku li herêma Donetskê frokeyeke din a Rûsyayê ya Su-25 xistine xwarê û ji bo wan leşkeran got: "We karekî baş derxist zarokno."

VolodimirZelenskî diyar kir ku Rûsyayê duh tevahiya rojê hêrişî herêmên Ûkraynayê kiriye û got, "Leşkerên me yên ku tevahiya rojê asîman diparastin, gelek ked dan. Hêzên me li herêmên Xarkiv, Odessa, Dnipropetrovsk û Donetskê karekî baş pêk anîn. Şervanên me 13 pêgerên hewayî yên bêmirov ên bi navê Şehed xistin xwarê. Di nava rojê de terorîstên Rûsyayê 8 mûşekên cureyên curda û nêzîkî 70 bombeyên hewayî yên rêveber li dijî komînên me yên sînorî û çeperên eniyên şer bi kar anîn."

Serokomarê Ûkraynayê Volodimir Zelenski anî ziman ku "xerabkeriya Rûs, xwestiye beriya Cejna Paskalyayê derbeke wêrankar li hêzên Ûkraynayê bixe û got: "Diyarkirina dema rawestîna wêrankariya wan di destê me û her aliyên ku bi rastî alîkariya Ûkraynayê dikin de ye."