Rayedarên Îsraîlê ji NYTyê re axivîn: Serkirdeyên Hemasê di tûnêlan de ne

Rayedarên Îsraîlê ji NYTyê re axivîn: Serkirdeyên Hemasê di tûnêlan de ne

PeyamaKurd – Rayedarên leşkerî û sîxurî yên Îsraîlê ji Rojnameya Amerîkî New York Timesê (NYT) re axivîn û diyar kirin ku serkirdeyên Hemasê di toreke jêrzemînê ya tûnêlên bakurê Xezzeyê de dimînin.

Rayedarên Îsraîlî her wiha ji NYTyê re gotin ku “Bi hezaran terorîstên din ên Hamasê li bakurê Xezayê ne.”

Rayedaran ji New York Times re gotin ku li bakurê Xêza Xezzeyê ku hêzên artêşa Îsraîlê şerekî dijwar lê dimeşînin, hîna di navbera 4 – 5 hezar çekdarên Hemasê mane û di derbarê domandina dema şerê bi Hemasê re jî diyar kirin ku têkbirina Hamasê dibe ku bi salan bidome, lewre gotin ku serkirdeyên Hemasê di toreke jêrzemînî ya tûnêlan de dimînin.

Rayedaran gotin: “Eger e ku Hamas bi çalakî û bergiriyên leşkerî bi temamî neyê tunekirin, lê belê dîsa jî têkbirina Hemasê bi leza nûavaker a hêzên Îsraîlî ya ku wê Îsraîl piştî şer bihavêje ve girêdayî ye.

Rayedarên leşkerî û sîxurî yên Îsraîlê ji NYTyê re gotin ku li gel zoriya şer jî piraniya tabûrên Hemasê derbên mezin xwarine, belav bûne û bi hezaran endamên Hemasê hatine kuştin û wiha dom kirin:

“Lê belê di vî şerî de du armancên sereke yên Îsraîlê; hilweşandina Hamasê û azadkirina dîlan hîn jî bê encam mane.”