Rûsya: Cîgirê Wezîrê Parastinê ji ber gendeliyê hate girtin

Rûsya: Cîgirê Wezîrê Parastinê ji ber gendeliyê hate girtin

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku li Rûsyayê, Cîgirê Wezîrê Parastinê Tîmûr Vadîmovîç Îvanov bi tawanbariya “gendeliyê kiriye” hatiye girtin.

Li gorî daxuyaniya Komîteya Lêkolînê ya Rûsyayê duh Cîgirê Wezîrê Parastinê yê Rûsyayê Tîmûr Îvanov bi tawanbariya “gendeliyê kiriye”hat girtin.

Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Fransayê (AFP), komîteyê li ser hesabê xwe yê Telegramê daxuyaniyek da û got: “Cîgirê Wezîrê Parastinê yê Federasyona Rûsyayê Tîmûr Vadîmovîç Îvanov hat girtin. “Ew li gorî xala şeşem a madeya 290ê ya qanûna tawanan ango ya “bertîl standinê”, guman heye ku sûc kiriye û ji ber wê yekê hatiye girtin.”