Rahênerê Amedsporê bang li alîgiran dike

Rahênerê Amedsporê bang li alîgiran dike

PeyamaKurd – Rahênerê Amedsporê Mesut Bakkal beriya maça Sariyerê ya sibe bê lîstin bang li alîgiran kir û got, "Em bi hev re ji bo serkeftinê motîve bikin."

"Werin em bi hev re tîmê xwe ji bo serketinê motîve bikin"

Mesut Bakkal diyar kir ku di dema kampê de pêvajoyeke gelekî serkeftî û berhemdar derbas bûye û wiha got:

“Bêyî ku em ji vê encama neyînî bitirsin, em niha li ser maça Sariyerê ya dahatûyê disekinin. Em bi dijwarî dixebitin da ku veguheztinên me yên nû li gorî pergala tîmê û lîstika me biguncînin. Herwiha Berk Îsmaîl Ûnsal bi enfeksiyona grîbê ketiye û tîmên me yên tenduristiyê bi dilsoziyeke mezin hewl didin wî ji bo maçê amade bikin.

Maça Sariyerê maçeke girîng e ku divê em li pêşberî alîgirên xwe bi ser bikevin. Piştgiriya ku temaşevanên me ji bo 90 deqîqeyan didin tîmê me pir girîng e.

Ji ber vê yekê em hemû alîgirên xwe yên li stadyumê pêşwazî dikin. Em hêvî dikin ku coş û morala ku tîma me hewce dike ji stantan derkeve. Werin em bi hev re atmosfereke xurt ava bikin û tîma xwe ji bo serkeftinê motîve bikin."