Amedspor bû şampî... 1 - 0

Amedspor bû şampî... 1 - 0

PeyamaKurd - Di leyztika herî gring a sezonê de Amedsporê li deplasmanê rikbera xwe ya herî bi hêz Kastamonusporê 1 - 0 têk bir û di meşa şampiyoniyê de avantajeke mezin bi dest xist.

Amedsporê piştî vê encamê benda herî dijwar a pêşiya xwe rakir û pir nêzîkî şampiyoniyê bû.

Amedspora ku di Koma Sor a Lîga 2yemîn a Federasyona Fûtbolê ya Tirkiyeyê (TFF) de têdikoşe, li Kastamonuyê bi tîma wî bajarî re leyizt.

Amedspor di xuleka 2yemîn de bi leyztikvanê xwe Eyup Oskan golek avêt û tîma xwe 1-0 xist pêş û leyztik bi vê skorê bi dawî bû.

Amedsporê bi vê serkeftina xwe ya dawî qalên xwe kir 77 û bi 6 qalan zêdetirî Kastamonusporê yekemîniya xwe mîsoger kir.

Heta dawiya sezonê li pêşiya Amedsporê 3 leyztik mane û ger van 3 leyztikan tenê yekê qezenc bike dibe şampiyon.

Amedspor di hefteya 34an ango hefteya bê de wê bi Igdirsporê, hefteya 35an bi Somasporê û hefteya 36an ango hefteya dawî jî bi Menemen Belediyesporê re bileyize.