PSG dîsa bû şampiyona Fransayê

PSG dîsa bû şampiyona Fransayê

PeyamaKurd - Di Ligue 1a Fransayê de piştî ku Olimpik Lyonê, Monacoyê 3-2 têk bir, Paris Saint-Germainê (PSG), 3 hefte beriya ku lîg biqede şampiyoniya xwe mîsoger kir.

PSGê bi vê serkeftinê, di 12 salên dawî yên Ligue 1ê de 10emîn şampiyoniya xwe tomar kir.

Olimpik Lyon û Monaco li stadyuma Olimpik Lyonê hatin pêşberî hev û her çend Monaco bi du golên Wissam Ben Yedder ber xwe bide jî Olimpik Lyon bi golên Alexandre Lacazette, Said Benrahma û Malick Fofana hêviyên Monacoyê bi temamî şikand.

Beriya vê maçê 70 qalên PSGê û 58 qalên Monacoyê hebûn û wek îstatîstîk hê jî egera Monaco bibe şampiyon hebû. Lê belê piştî ku Olimpik Lyonê Monaco destevala vegerande malê, PSG 3 hefte beriya ku lîg biqede şampiyoniya xwe ya 12min mîsoger kir.

PSGa ku 3 sal in li ser hev dibe şampiyona Fransayê, di Lîga Şampiyonan de jî bi têkbirina Barcelonaya Katalanan derkete nîvefînalê.

PSG wê di nîvefînala Lîga Şampiyonan de bi Borussia Dortmunda Alman re bileyize.