Bayer Leverkusen: Şampiyoniya piştî 128 salan

Bayer Leverkusen: Şampiyoniya piştî 128 salan

PeyamaKurd: Tîma Fûtbolê ya Almanyayê Bayer Leverkusen, piştî 128 salan bû şampiyon. Alîgirên tîmê bi coşeke pir mezin şampiyoniya piştî 128 salan pîroz kirin.

Di dîrokê de têkoşîna Bayer Leverkusen a ji bo bidestxistina şampiyoniya Almanyayê pir dilşikestî bû.

Di sala 2000î de, di leyztika dawî a sezonê de, ku ew sê qalan li pêş bû û li hember Unterhachinga ku yek ji tîmên piçûk ên lîgê bû qalek têra şampiyoniya wê dikir ku li pêşberî Bayern Munchenê bibe şampiyon, lê belê Leverkusen bi têkçûna xwe şampiyoniya xwe bi avarajê ji dest da û piştÎ vê leyztikê navê "Neverkusen" ango “hîçkusen” li tîmê hate danîn.

Du sal şûnda, bêhêvîbûnek mezintir li benda tîmê bû, lewre Leverkusen di nava çend rojan de hem di fînala Lîga Şampiyonan hem jî ya Kupa Almanyayê de wenda kir û di Bundesligayê de dîsa bû duyemîn.

Bayer Leverkusen axir bi rahêneriya leyztikvanê navdar ê berê yê Spanyolî Xabi Alonso, li meydanê bû xwedî serdestiyek bêhempa û meşa xwe ya ber bi şampiyoniyê ve di atmosferek bêserûber de derbas kir.

Tîma ku bê şkest gihîşt taca Bundeslîgayê, di Kupaya Almanyayê û Lîga Ewropayê de jî tekoşÎna xwe didomîne û dikare hejmara kupên bi dest bixe bike sisê.

Li hember Bayern Municha ku bi leyztikvanê Îngilîz Harry Kane hin xurtir bûbû, kêm kesan şans dida Leverkusenê û dihate gotin ku wê di meha Îlonê de ji hêza xwe bikeve û di sêrêza pêşîn a Bundesligayê de nînbe.

Lê belê Bayer Leverkusen, bêyî ku ti leyztikekê wenda bike, bi qalên rekorî, 5 hefte beriya ku sezona 2023-2024 a Bundesligayê bi dawî bibe, şampiyoniya xwe ragihand.

Piraniya temaşevanan piştî 128 salan li qadan şampiyoniya tîmê pîroz kirin.