Amedsporê pênc penç li Înegolê da: 5 - 2

Amedsporê pênc penç li Înegolê da: 5 - 2

PeyamaKurd - Tîma Amedê ya di lîga duyemîn a Tirkiyeyê de di koma xwe de ber bi şampiyoniyê ve dimeşe, vê hefteyê jî pençên xwe avête Înegolsporê û leyztika 5 -2 qezenc kir.

Keskûsora fûtbolê ya parêzgeha Amedê ya bakurê Kurdistanê Amedspor îro li stadyûma xwe mazûvaniya tîma Bursayê Înegolsporê kir.

Lîstikvanê Amedê Berk Îsmaîl Unsal di xuleka 12an û du xulek dûre Mert Çapar jî di xuleka 14an de golên xwe tomar kirin û Amedspor bi 2 golan ket pêş.

Di xuleka 25an de hakem biryara penaltiyê da Amesporê û Ugur Adem Gezer ji penaltiyê goleke din avêt û skor bu 3 - 0.

Li ser navê Înegolsporê di deqîqeya 30î de Furkan Ozyap û di deqîqeya 38an jî de Serhat Baştan gol avêtin.

Nîva yekem a maçê bi skora 3-2 bi dawî bû.

Lîstikvanê Amedsporê Mert Çapar di deqîqeya 47an de skor kir 4-2.

Berk Îsmail Unsal di deqîqeya 52yan de goleke din jî avêt.

Lîstik bi 5-2 bi serkeftina Amedsporê bi dawî bû.

Amedsporê di Koma Sor a Lîga 2yemîn a TFFyê de bi vê skorê cihê xwe yê yekem parast û gaveke din nêzîkî şampiyoniyê