Pîlotê Kurd di bernameya Ferrariyê de bû yekemîn: Ji bo serkeftina Tîma Kurdistanê alîkarî xwest!

Pîlotê Kurd di bernameya Ferrariyê de bû yekemîn: Ji bo serkeftina Tîma Kurdistanê alîkarî xwest!

PeyamaKurd – Pîlotê rallîyê yê Kurd Isaac Tutumlu Lopez ku li Almanyayê dijî, di Bernameya Pêşbaziya Ferrrariyê wekî kesê yekemîn hat hilbijartin.

Pîlotê Kurd Isaac Tutumlu ku bi navî Tîma Pêşbaziyê ya Kurdistanê beşdarî ralliyan dibe, beriya niha di gelek pêşbaziyan de şampiyonî û serkeftin bi dest xistine.

Tutumlu beriya ku ji bo bernameya pêşbaziya Ferrariyê bê hilbijartin, li ser hesabê xwe yê medya civakî Xê alîkarîya bexşan ji bo serkeftina Tîma Kurdistan a Pêşbaziyê xwestibû.

Tutumlu dibêje; “Hê ji bo em bi tîma xwe bikarin hevrikiyê bikin, pêdivî bi alîkariyê heye, bi bexşên xwe piştevaniya Tîma Pêşbaziyê ya Kurdistanê bikin.”

Pîlotê Kurd herwiha bi dirûşma, “Yan Kurdistan yan neman!” daxwaza alîkariyê bo Tîma Kurdistanê kir.