Keça Kurd di halterê de 3 madalye qezenc kirin

Keça Kurd di halterê de 3 madalye qezenc kirin

PeyamaKurd – Keça Kurd a ji Rojhilatê Kurdistanê ya werzişvana halterê, Kîjan Maqsûdî di Şampiyoniya Halterê ya Asyayê de 3 madalye bi dest xistin.

Hate ragihandin ku di Şampiyoniya Halterê ya Asyayê de ku li welatê Ozbekistanê hate lidarxistin de, keça Kurd Kîjan Maqsûdî jî beşdarî kir.

Maqsûdî di şampiyoniya hilgirtina giraniyê ya halterê de, bi hilgirtina 87, 96 û 117 kiloyan 3 madalyeyên bronzî qezenc kirin.

Tirnûvaya Şampiyoniya Halterê ya Asyayê di navbera rojên13-21ê Çileyê de, li paytexta Ozbekistan Taşkentê birêve çû.