Infantino: Ji qerta şîn re qerta sor

Infantino: Ji qerta şîn re qerta sor
PeyamaKurd - Serokê Federasyonên Futbolê yên Navneteweyî (FIFA) Gianni Infantino ragihand ku ew li dijî sepana qerta şîn a futbolê ya ku di çend roj berê ji aliyê Lijneya Yekîtiya Futbolê ya Navneteweyî (IFAB) ve hat rojevê û wiha got: "Ev tişt ne di rojeva me de ye."
 
Înfantino beriya 138emîn Civîna Lijneya Giştî ya IFABê ya ku roja Înê li Skoçlandê hat lidarxistin bersiv da pirsên rojnamegeran; da zanîn ku haya wî ji vê mijarê tune ye û dom kir: “FIFA bi tevahî li dijî qerta şîn e. Ez serokê FIFAyê me û ez difikirim ku FIFA di IFAB de xwedî gotinek e. Ez nizanim ka hûn sernavek çawa dixwazin, lê belê ez bêjim ji qerta şîn re qerta sor. Wê ev yek tu carî nebe."

Infantino anî ziman ku ew ji ramanên cuda re vekirî ne û got: "Divê em ciddî bin. Em her dem ji raman û pêşniyazan re vekirî ne û helbet divê her tişt bi rêzdarî bê pêşwazîkirin, lê belê berî her tiştî divê em cewher û kevneşopiya leyztika fûtbolê biparêzin."

IFABê çend roj berê pêşniyaz kir ku di sepana qerta şîn jî di fûtbolê de bê bikaranîn. Li gor pêşniyazê lîstikvanên ku li hember hakem îtîraz bikin an jî bi xapandinê tevbigerin wê 10 xulekan ji leyztikê bêne derxistin.