Amedspor wê pêşwaziyê li Galatasarayê bike

Amedspor wê pêşwaziyê li Galatasarayê bike

PeyamaKurd - Tîma Amedsporê ya jinan wê 17ê Sibatê roja Şemiyê di Lîga Super a Futbolê ya Jinan de pêxwaziya Galatasarayê bike.

Amedspora ku di Lîga 1emîn a Jinan a Federasyona Fûtbolê ya Tirkiyeyê (TFF) de dileyîze, li hemberî Pendik Çamlica ya di rêza 4emîn re leyîstibû û leyztik 0-0 bi encam bûbû.

Herçend ji ber kêmbûna karmen û pirsgirêkên din hin leyztikvan ji tîmê derketibin jî tîma jinan a Amedsporê dikaribû xwe di rêza 12emîn de bigire.

Amedspor ku vê hefteyê roja şemiyê wê mazûvaniya Galatasarayê bike hewl dide ku ji vê maçê qalan werbigire.

Rahênerê tîma jinan a Amedsporê Erhan Eren diyar kir ku ew ji bo maça Galatasarayê ya ku wê vê hefteyê bileyzin li benda hemû temaşevanan in û got:

 "Maçek dijwar e, lê belê ew ê ne hêsan be. Armanca me serkeftin e. Ez heta dawiyê ji tîma xwe bawer im. Em ê futbolek li gorî ruhê Amedsporê bileyzin. Leyztikvana me Merve ji ber kerta sor dîtibû wê di vê maçê de neleyize lê belê du leyztikvanên me yên seqet hene. Wê heta dawiya hefteyê diyar bibi ka ew ê dikaribin bileyzin an na."