Amedspor ji nû ve ber bi lîdertiyê ve dimeşe

Amedspor ji nû ve ber bi lîdertiyê ve dimeşe

PeyamaKurd – Tîma Futbolê ya Diyarbekirê, Amedspor ligel cezayên ji aliyê Federasyona Futbolê ya Tirkiyê ve têne dayîn û lîstikên bêtemaşevanên alîgirên xwe, meşa xwe ya ber bi lîdertiya koma tê de dilîze didomîne.

Tîma Amedsporê di maça roja Yekşemê ya koma Sor a Lîga 2yemîn a TFFyê de, derket pêşberî tîma Duzcesporê.

Tîma Amedsporê ku bêyî alîgirên xwe li stadyûma bajarê Duzceyê derket hemberî Duzcesporê, bi encama 3-0 reqîbê xwe têk bir û pûanên xwe gihandin 43yan.

Di koma ku Amedspor tê de dilîze de, niha Kastamonuspor lîder e, Igdirspor jî bi 45 pûanan di rêza duyem de ye.