Amedsporê dîsa bi ser ket û lîdertiya xwe parast

Amedsporê dîsa bi ser ket û lîdertiya xwe parast

PeyamaKurd – Tîma futbolê ya Amedspor ku ji bo şampiyoniya 2024an di Koma Sor a Lîga 2. de têdikoşe, vê hefteyê jî zora hevrikê xwe bir û bi 3 pûanan vegeriya mala xwe.

Amedspor 6ê Adarê roja Çarşemê li deplasmanê derkete pêşberî tîma Isparta 32sporê û bi encama 2-0 zora hevrika xwe bir û lîdertiya koma xwe parast.

Golên Amedsporê di xulekên 32 û 42yan de hatin ku herdu gol jî ji aliyê Berk Îsmaîl Unsal ve hatin tomarkirin.

Hêjayî gotinê ye, Amedspor îsal pir nêzî şampiyonê bûye û di lîstikên sezonê de hîn li hember ti tîmekê têk neçûye.