Fransa û Yekîtiya Ewrûpayê êrîşa ser Kor Morê destekê dan Herêma Kurdistanê

Fransa û Yekîtiya Ewrûpayê êrîşa ser Kor Morê destekê dan Herêma Kurdistanê

PeyamaKurd – Fransa û Yekîtiya Ewrûpayê li ser êrîşa seha xazê ya Kor Morê ya bi ser bajarê Silêmaniya Herêma Kurdistanê ku bi dronê li xistibûn, daxwuyanî dan. Balyozxana Fransayê ya Bexdayê di daxwuyaniya xwe de got:

“Fransa êrîşa ser seha Kor Morê ya seha xazê ku tê de gelek kes mirin û xesara maddî çêbû, bi tundî şermezar dike. Fransa dibêje ku hevkariya wê bi rêvebiriya Herêma Kurdistanê re dewam dike û ji bo enerjiya ku xelkê Iraqê jê fêde dibîne rêz digre.”

Li aliyê dinê balyozê Yekîtiya Ewrûpayê yê Iraqê Thomas Zeiler, êrîşa ser seha Kor Morê şermezar kir û got ku sîvîl ketine ber êrîşan. Zeiler, desteka YE yê ya ji bo Herêma Kurdistanê û Iraqê dubare kir.

Balyoz Zeiler, di ser hesabê xwe yê medya civakî Xê de parvekir ku ji bo malbatên kesên di seha xazê ya Kor Morê de jiyana xwe ji dest dane sersaxiyê û ji bo birîndaran şîfayê dixwaze. Zeiler got:

“Di van êrîşan de Herêma Kurdistanê û hemwelatiyên Iraqê dikin hedef. Yekîtiya Ewrûpayê destekê dide ewlehî, îstîqrar û reformên Herêma Kurdistanê û Iraqê.

Duhî seet di 18.45an de bi dronê êrîşê ser seha KorMorê ya xazê ku dikeve ser navça Çemçemal a bajarê Silêmaniya Herêma Kurdistanê. Di êrîşê de 4 kesên Yemenî miribûn û 2 kes birîndar bûbûn. Her weha xesara maddî jî çêbû bû.